Li Kerkûkê di nav dibistaneke Kurdî de dibistaneke Erebî ava dikin

Di nav dibistaneke Kurdî ya Kerkukê de, avahîyeke din bo dibistaneke Erebî tê dirustkirin û Kurd hewil didin, ku li Bexdayê rê li ber wî karî bigrin.

Navenda Nûçeyan - Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkukê, Şêrzad Reşîd Kake ji Rudawê re ragihand, hewlek heye ku di nav meydana herdu dibistanên Kurdî yên Kurdistan û Qazî Mihemd de, avahîya dibistaneke Erebî bê dirustkirin.

Şêrzad Reşîd Kake dîyar kir, tevî ku hewleke bi vî awayî heye, lê belê heta niha ti nivîseke fermî derbarê wê yekê de nîne.

Şêrzad Reşîd Kake got jî, ew meydan ji bo çalakîyên werzişî yên du dibistanên Kurdî bikar tê, jiber wê nabe ew erd bo çêkirina avahîyê dibistaneke din were bikaranîn.

Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkukê aşkere jî kir, ew rê nadin wî karî û tekez kir, wan daxwaz ji Birêveberê wê dibistana Kurdî kirîye ku nivîseke fermî ji me re bişînin, daku em li Bexdayê hewl bidin û pêşîyê wî karî bigrîn.

Li bajarê Kerkûkê bi giştî 537 dibistan û kireşên zarokan ên Kurdî hene, ku xwandin li wan cihan bi Kurdî ye. Li gor agahîyan, 7600 mamosta û 1700 fermanber wan dibistan û kreşên Kurdî yên li Kerkûkê birêve dibin.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin