Li Kerkûkê DAÎŞê êrîş kir; 6 kuştî

.

 Êvara Duşemê çekdarên DAIŞê di navbera bajarokên Beşîr û Reşad li ser sînorê Kerkûkê êrîşekî cotkaran kirin. Hat diyarkirin di êrîşê de 6 kesan canê xwe ji dest dane ku cotkar û polîs bûne.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên DAIŞê li gundê Samî Asî li nahyeya ya Taze ya parêzgeha Kerkûkê êrişî cotkaran kirine û di encamê de 6 cotkar û çend polîsên federal canê xwe ji dest dane. Her wiha bêdera cotkaran û otomobîlên wan jî hatine şewitandin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê diyar kir ku wan dest bi lêgerîna çekdarên DAIŞê kiriye û got, "Çarenûsa çekdarên DAIŞê dê mirin be, em ê hûrgiliyên zêdetir piştre ragihînin."

Rêveberê nahyeya Tazeyê Husên Adil ji Rûdawê re ragihand, “Êrîş di nav sînorên Lîwaya 16 a Tirkmen a Heşdî Şeibî de pêk hatiye. DAIŞê ji tozbarîn û kêmbûna mesafeya dîtinê sûd wergirtiye û ev êrîş pêk aniye.”

Husên Adil her wiha got, "Çekdarên DAIŞê berê cotkar kuştine û paşê rûbirûyê Polîsên Federal bûne, di encamê de 3 jî polîs kuştine û reviyane."

Bajarokê Beşîr, 30 kîlometreyan dikeve başûrê Kerkûkê. Piştî êrîşên 16ê Cotmehê hêzeke Tirkmen a Heşdî Şeibî li wir bi cih bûye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne
Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin
Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir