Li Kerkûk û Mexmûrê pêgehên DAIŞê hatin bombebarankirin  

.

Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî, li Kerkûk û Mexmûrê pêgehên DAIŞê bombebarankirin û di encamê de, heft terorîst hatin kuştin. Herwiha Dije Terora Iraqê diyar kir, di operasyona Tola Şehîdan de ya ku piştî teqîna roja Pêncşemê li qada Teyeren a Bexdayê hatiye destpêkirin, 10 çekdarên DAIŞê girtine.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî, roja Şemiyê du êrîşên esmanî yên cuda li Kerkûkê û rêzeçiyayê Qereçûx li sînorê Mexmûrê li dijî DAIŞê pêk anîn, ku di wan êrîşan de heft terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, êrîş piştî komkirina “zanyariyên hûr ên istixbaratî” û bi ferman û hevahengiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê hatiye encamdan. Di bombebarana pêgehên DAIŞê de, 4 tunelên ku çekdarên DAIŞê bikar dianîn, hatine wêrankirin.

Dije Terora Iraqê diyar kir, hêzên wan di operasyonên cihê de li parêzgehên Bexda, Kerkûk û Enbarê 10 çekdarên DAIŞê girtine.

Fermandariya Operasyonên Enbarê jî desteserkirina 8 çekdaran li sînorê vê parêzgehê ragihand.

Li gor Lîwa Rukin Nasir Xennam, Fermandarê Operasyonên Enbarê ragihand: “Roja Yekşemê 24ê Çileya 2021an, Fermandariya Operasyonên Enbarê bi beşdariya yekîneyên firqeya 1, firqeya 10 û lîwaya komando, operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kirin û di encamê de 8 çekdar desteser kirin, ku li gor maddeya 4 a yasaya terorê daxwazkirî ne.”

Operasyona Tola Şehîdan a hêzên Iraqê ji sibeha roja Îniyê 22ê Çileya 2021an ve û rojek piştî teqînên xwekujî yên li Bexdayê hatiye destpêkirin.

Roja Pêncşemê 21ê Çile, du teqînên xwekujî li qada Teyeran a Bexdayê çêbûn û di encamê de 32 kes hatin kuştin û 110 kes jî birîndar bûn.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin