Li Kampa Holê jineke din a Êzidî hat dîtin

Jineke din a Êzidî li Kampa Holê ya li rojavayê Kurdistanê hat dîtin ku piştî êrîşên çekdarên DAIŞê bo ser gundê Koço, ji aliyên çekdarên wê rêxistinê ve hatibû revandin.

Nasnameya N.E.E ya xelkê gundê Koço, li Kampa Holê ya desteserkiriyên DAIŞê eşkere bû, ku jineke Kurd a Êzidî ye û piştî revandina ji aliyê DAIŞê ve, çarenûsa wê ketiye destê çekdaran.

Bav û dayîk û birayekî N.E.E jî ji aliyê DAIŞê ve bi heman şêwe hatine revandin û heta niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Hemdî Murad, xizmê N.E.E ji Kurdistan24ê re ragihand: “N.E.E 26 salî ye û nasnameya wê li Kampa Holê eşkere bû û niha li Mala Êzidiyan a li rojavayê Kurdistanê ye û biryar e vegere Herêma Kurdistanê.”

Piştî ku li gundê Koço çekdarên DAIŞê komkujiya xelkê wê deverê kirin, di nav 12 rojan de piraniya jinên gund ji aliyê DAIŞê ve bo Mûsil û deverên din ên bin desthilata rêxistinê hatin birin û beşek ji wan jî ber bi Sûriyê ve hatin veguhestin.

Gundê Koço 21 kîlometre ji navenda navçeya Şingalê dûr e û ser bi nahiya Qeyrewan e.

Heta niha 12 gorên bikomî li gundê Koço hatine dîtin û rufatên 517 kesan hatine derxistin û 516 kes jî winda ne.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!