Li Îtalyayê di rojekê de 368 kesan ji ber Koronayê mirin

Li Îtalyayê tenê di nava 24 saetan de hejmara kesên ku bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest ‎dane 368 kes zêde bûye, hevdem pişkinîna 2 hezar û 853 kesên din jî pozîtîv bûye.‎

Navenda Nûçeyan - Rêveberê Giştî yê Berevanîya Sivîl a Îtalyayê û Komîsyarê vîrusa Koronayê li wî welatî, Angelo Borrelli, yekşemê 15ê Adarê di civîneke çapemenîyê de li Romayê ragihand, ku roja ‎Yekşembê 369 kes ji vîrusa Koronayê rizgar bûne û baş in, hevdem di heman rojê de 2 hezar û 853ê ‎kesên din bi wê vîrusê ketine.‎

Borelli da zanîn, ku heta niha 20 hezar û 603 kes li seranserê Îtalyayê bi vîrusa Koronayê ketine û di hundirê 24 ‎demjimêrên derbasbûyî de jî 368 kesên din ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.‎

Komîsyarê vîrusa Koronayê li Îtalyayê got: ‎ “369 kesên din baş bûne, hejmara giştî gehiştîye 2 hezar û 335 kesan, herwiha pişkinîna 2 hezar û 853 ‎kesên din jî pozîtîf bûye. Niha 20 hezar û 603 kes hilgirê wê vîrusê ne, ku 9 hezar û 268 kes ji wan li ‎malên xwe ne û bi sivîkî gehiştîye wan, hezar û 672 kes jî ku dike ji sedî 10ê bi wê vîrusê ketine, ‎rewşa wan a tendirûstî xirab e. Mixabin îro 368 kesên din canên xwe ji dest dane.”‎

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist