Li Iraqê xwepêşandan: 30 kuştî

Komsîyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên li Bexdayê de heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane û 2312 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Li bila qada Tehrîr a Bexdaya paytexta Iraqê li gelek bajarên Iraqê li dijî hikûmetê xwepêşandên berfireh birêve diçin.

 

Hêzên emnî yên Iraqê jî bi tundî hewl didin xwepêşanderan asteng bikin û xwepaşandanan belav bikin û ji ber vê yekê li gelek deverên Iraqê di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de alozî derketin.

 

Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di serî de li Bexdayê, di xwepêşandanên li seranserê welat alozî û tundûtujîyê rû daye û aşkere kir ku di encam de bi giştî heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane û 2312 kes jî birîndar bûne.

 

Li gor daxuyanîya wê komîsyonê, li Bexda, Mîsan, Zîkar û deverên din xwepêşandan birêve çûne û di encama destwerdana hêzên emnî de alozîyan rû dane û ji herdu alîyan kuştî û birîndar hene.

 

Hatîye belavkirin ku di wan xwepêşandanan de 27 sazî û dezgehên hikûmî û partîyên sîyasî hatine şewitandin.

 

Hatîye belavkirin ku li bajarê Nasirîye yê dikeve başurê Iraqê, xwepêşandaran hewl dan bikevin avahîya milîsên Şîe yên Esayîp Ehlî Heq ku ser bi Îranê ve ye û ji wê avahîyê teqe li xwepêşanderan hatîye kirin.

 

Ji bilî Esayîp Ehlî Heq, avahîyên Rêxistina Bedirê, Hîzbûllaha Iraqê, Partîya Dewa û avahîyên partîyên din ên Şîe hatine şewitandin.

 

Li Iraqê ji roja 1ê Cotmehê ve ji ber nebûna xizmetgûzarî, rêjeya bilind a bêkarîyê, gendelîyên li nav dezgehên hikûmî, xwepêşandan berdewam dikin. Ji ber Cejna Erbaîn a Şîeyan navber hatibû dayîn û piştî wê ji duh êvarî ve xwepêşandan berdewam dikin.

Çavkanî:Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî