Li Iraq û Sûriyê bi bêdengî bingeha dewleta Kurdî tê danîn

Nivîskarê rojnameya îngilîzî The Daily Telegraphê Con Coughlin got, li Iraq û Sûriyê bi bêdengî bingeha dewleta Kurdî tê danîn.

Nivîskarê rojnameya îngilîzî The Daily Telegraphê Con Coughlin got, li Iraq û Sûriyê bi bêdengî bingeha dewleta Kurdî tê danîn.

Coughlin dibêje: “Dibe ku Tirkiye û Sûriye li dijî serxwebûna Kurdistanê derbikevin lê fikra dewlata Kurdî her diçe bihêztir dibe. Li Iraq û Sûriyeyê tevlihevî heye û bi bêdengî bingeha dewleta Kurdî didanin.

Di pêvajoya dirêj a şikandina DAIŞê de Kurd xwe îspat kirin. Pêşmergeyên par li Iraqê Şingal jî DAIŞê rizgarkirin niha xwe ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê amade dikin. Li Sûriyê jî YPGê û hevkarên wê nehiştin Kobanî bikeve destê DAIŞê û bi wê yekê reyeke girîng a îkmala DAIŞê girtin.”

Di nav sîyasetmedarên rojhilat de ji bo pirsa netweya kurd sempatî zêde dibe. Dewleteka serbixwe ya Kurd di nava struktura ber bi wendayîbûna rojhilata navîn de dikere ewleyîyê peyda bike.

Heta meriv bi Baxda ya jî bi Şamê re guftûgo bike, dikare dewleteka serbixwe ya Kurdistanê ji bo welatên Rojhilat bibe alternatîfek.

Berdewamiya gotara xwe de Coughlin dibêje: “Tevkariya Kurdan a li dijî DAIŞê ji bo welatên hevpeymaniya navdewletî gelekî girîng e. Wezîrê Parastin yê DYA yê Ashton Carter berîya niha digot;  ”Hêzên Pêşmerge fêris in û morale wan bilind e.”

Derbarê êrişên Tirkiyê yên li dijî hêzên Kurdî û hevalbendê wan de jî wiha gotiye: “Tirkiye li şûna DAIŞê, Kurdan dike hedef, divê derbarê Enqerê de weke hevalbendekê ji nû ve lêkolînê û lêpirsîn bihên kirin. Jixwe Tirkiyê bi helwesta xwe ya tewş li Sûriyê heta niha ji zêdeyî ve sebra NATOyê test kiriye.”

Nivîskarê Daily Telegraphê herwiha destnîşan dike ku heger Kurd bixwazin bibin serbixwe divê baweriyê bide welatên ciran, di serî de bide Tirkiyê dê ji bo wan nebe metirsî.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin