Li Îranê bazirganekî kurd hat kuştin!

Li bajarê Ehwaz yê Îranê, bazirganekî kurd rastî êrişa hêzên polîs hat û hat kuştin.

Li bajarê Ehwaz yê Îranê, bazirganekî kurd rastî êrişa hêzên polîs hat û hat kuştin.
Dezgeha mafên mirova ya Hengaw ragihandiye, duhî hêzên polîs li bajarê Ehwaz yê Îranê, otomobîla bazirganekî kurd, bi behaneya ku barên qaçax lê bar kiriye, dan ber fîşekan.


Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de ew bazirganê kurd hat kuştin.
Navê wî bazirganê kurd Mîlad Fethî û xelkê bajarê Kamyaran yê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Bajarê Ehwazê, navenda eyaleta Xûzistan ya Îranê ye û dikeve başûrê rojavayê Îranê. Xelkê wê hemû ereb in.
 
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?