Li Îranê 6 fermandarên nû yên payebilind hatin tayîn kirin

.

Rêberê Olî Îranê Ayetullah Mucteba Xamaney di artêş, Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî û Bêsîcê de 6 fermandarên nû yên payebilind ji bo postên krîtîk tayîn kirin.

PeyamaKurd - Di çarçoveya van tayînkirinan de, Tumgeneral Elî Ebdullahî di dewsa Korgeneral Seyîd Ebdul Rehem Mûsewî de wekî Serokê Erkanê Giştî yê Hêzên Çekdar hat erkdarkirin û Tuggeneral Kiyumers Heyderî jî bû Cîgirê Serokê Erkanê Giştî.

Her wiha Tuggeneral Ehmed Wehîdî bo pileya Tumgeneralî hat bilindkirin û di dewsa Korgeneral Mihemed Pakpûr de bû Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran û Tumgeneral Mistefa Yezdî jî wekî Cîgirê Fermandarê Giştî hat tayînkirin.

Di heman biryarnameyê de Amîral Elî Ozamî wekî Fermandarê Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran û Hujjetulîslam Huseyîn Tayib jî wekî Serokê Rêxistina Bêsîc a Mustezefîn hatin diyarkirin.

Xameniyî ragihand ku prosesa yekxistina Erkanê Giştî û Birêveberiya Navendî ya Xatêm el-Enbiyayê hatiye temamkirin û daxwaz kir ku şiyan û amadehiya hêzên çekdar were bihêzkirin. Rêberê Îranê ji Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran Ehmed Wehîdî daxwaz kir ku hêza rêxistinê zêde bike û ji bo operasyonên êrîşkar ên bihêz ên li dijî dijmin amadekariyan bike.

Siyaset Haberleri

Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide