Li Îranê 124 kesên din ji ber Koronayê mirin

Li Îranê 124 kesên din ji ber vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 3 hezar kesên din jî pê ketin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Îranê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 2 hezar û 875 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û hejmara berkeftîyan gihîşt 50 hezar û 468 kesan.

Wezareta tenduristîya Îranê her wiha da zanîn, ji duhî de 124 kes ji ber vîrusa Koronayê can dane û hejmara mirîyan gihîştîye 3 hezar û 160 kesan.

Tê gotin ku 16 hezar û 711 nexweş jî baş bûne lê rewşa 3 hezar û 956 nexweşxan jî baş nîne.

Ruhanî: Dibe ku vîrusa korona heta sala pêş jî li Îranê bimîne

Ji alîyê din Îro 02.04.2020ê serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ragehand, dibe ku şewba vîrusa koronayê heta sala 2021ê jî li welatê wan bimîne.

Îro 02.04.2020ê Hesen Ruhanî ragehand, îsal Îran rastî tekoşîna nebûna pare ya giran hatîye, ji ber wê jî dabîn kirina pêwîstîyên bijîşkî û xweparastinê de zehmetî dibîne.

Hesen Ruhanî got, Îran rastî pirsgirêka hejarîyê jî dê bê û pêwîste dewleta me giringî bi her du pirsên giring ên vîrusa korona û hejarîyê bide.

Li gor serokkomarê Îranê pêngavên tekoşîna hember vîrusa korona li welatê wan dem kurt nabe û ‘’dibe heta sala pêş jî vîrusa korona li welatê me her bimîne.’’

Heta naha 47 hezar û 593 kes li Îranê ber vîrusa korona ketine û ji wê hejmarê 15 hezar û 473 kes başbûne û 3 hezar û 36 kesan jî jîyana xwe ji dest dane.

Basnews 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî