Li Îranê 111 kesên din ji ber Koronayê mirin û rewşa bi hezaran nexweşan jî baş nîne

Li Îranê 111 kesên din ji ber vîrusa Koronayê mirin û hejmara berkeftîyan jî 73 hezar derbas kir.

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Îranê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 111 kesên din ji ber Koronayê mirine û hejmara mirîyan gihîştîye 4 hezar û 585 kesan.

Li gorî amarên fermî, têsta Koronayê ya 1617 kesên din jî pozîtîf derketîye û hejmara berkeftîyan gihîştîye 73 hezar û 303 kesan.

Tê gotin ku 45 hezar û 983 kes jî baş bûne û rewşa 3 hezar û 877 kesan jî baş nîne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist