Li Îranê 10 zindanî hatin bidarvekirin

.

Ew 10 zindaniyên ku hatin bidarvekirin, beriya niha ji wan heşt kes, bi tawana kuştin û ji wan du kes jî bi tawana destdirêjiya seksî hatibûn girtin.

 Li gor nûçeya ajansa HRANA ya mafên mirovan, duh pêncşemê 30ê Hezîrana 2022yan, 10 zindaniyên li girtîgeha bajarê Kerec hatin bidarvekirin.

Ajansa HRANA eşkere kiriye, ew 10 zindaniyên ku hatin bidarvekirin, beriya niha ji wan heşt kes, bi tawana kuştin û ji wan du kes jî bi tawana destdirêjiya seksî hatibûn girtin û duh li Girtîgeha Recayî Şehr ya li bajarê Kerec fermana bidarvekirina wan hat cîbicîkirin.

Raporta herî dawî ya navenda amar û belavkirina çalakiyên mafên mirovan a li Îranê behsa wê yekê dike, ku tenê di sala 2021ê de 299 kes hatine bidarvekirin, ku ji wan çar kes bi tawana destdirêjiya seksî hatine cezakirin, herwiha di heman salê de 85 kesên din jî derbarê wan de cezayê darvekirinê derçûye.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt