Li Idlibê hêzên Tirkîyê û El Nusra li hev dan - Kuştî û birîndar hene!

Li herêma Idlib ya Sûrîyê, hêzên Tirkîyê û çekdarên Cebhet El Nusra li hev dan, kuştî û birîndar hene.

Navenda Nûçeyan - Duhî ji bo birêvebirina gereke çavdêrîya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li ser rîya M4 li herêma Idlib ya Sûrîyê, Tirkîyê hêzeke mezin li ser rîya M4 kom kir û xwast komên çekdar ji ser rê rake û xelkê nerazî yên kom bûne, belav bike.

Li gorî agahîyên sazîya mafên mirov ya Sûrîyê, ji ber wê yekê pevçûn di navbera wan de derket, hêzên Tirkîyê 2 kes kuştin, herwiha firokeyeke bêfirokvan a Tirkîyê otombîleke çekdarên Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr Şam) bombebaran kir û di encamê de 2 çekdarên El Nusra hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyan, çekdarên El Nusra jî êrîşî xala çavdêrîyê ya Tirkîyê li navçeya Neyrebê kirin û hejmarek serbazên Tirkîyê birîndar kirin. Ew birîndar jî bi Helîkopteran bo Tirkîyê hatin guhastin.

Ji roja 13ê Adarê ve, wek nerazîbûn li ser birêveçûna gerên hevbeş ên hêzên Rûsî – Tirkî li başûrê Idlibê, hejmarek kes li ser rîya navdewletî ya M4 li başûrê Idlibê kom bûne û çadir vegirtine û rêgirîyê li gerên Rûsî – Tirkî dikin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist