Li Hmêmîmê neh partiyên kurd li gel îstixbarata Sûriyê civîyane

ev civîn li binkeya leşkeriya rûsî "Hmêmîm" ku ne gelekî dûrî bajarê Laziqiyê ye hatiye lidarxistin û li çavdêriya Rûsyayê de hatiye birêveçûn.

Televîzyona – Al Xeber- ku nêzîkî rejîma Esed e, tekezdike ku neh patriyên kurd ku di nav wan de, PYD, Al Wehdê ya Muhiyeddîn Şêx Alî û Partiya Pêşverû ya Hemîdê Hecî Derwîş jî hene, li gel çend berpirsên pilebilind ên dezgeha sixuriya Sûriyê ku behtir mîna "Îstixbarat" tê naskirin civîyane.

Li gor nûçegehanê heman televîzyonê li Cizîrê, ev civîn li binkeya leşkeriya rûsî "Hmêmîm" ku ne gelekî dûrî bajarê Laziqiyê ye hatiye lidarxistin û li çavdêriya Rûsyayê de hatiye birêveçûn.

Di civînê de pirsên siyasî û civakî yên peywendîdar bi pirsa kurd li Sûriyê hatine gengeşekirin.

Jêderên Rûdawê, ji aliyê xwe ve destnîşan dikin ku, di vê civînê de tenê berpirsên partiyên "rêveberiya Xweser" beşdarbûne. Li gor Rûdawê, şandeya kurd ji van kesên ku navê wan li jêr rêzkirî ne, pêkhatiye:

Fewziya Yûsif (serokê şandeyê) û endamêtiya her yek ji: Hediya Yûsif, Mihemedê Mûsê, Salih Gedo, Abdulkerîm Omer, Enwer Muslim, Hêvîn Mistefa û Ahmed Bedran Omer.
(E.B)   

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist