Li Hin Bajarên Amerîka Protestoyên Ser Hilbijartinê li Dar Dikevin

.

Xwenîşanderên roja Çarşemê bi şev li jimareke bajarên Amerîka kom bûn banga temamkirina hejmartina dengên hilbijartinê kirin.

Komên biçûktir yên piştgirîya berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump dikin jî li pêş navendên hejmartina dengan yên li Michigan û Arîzona kom bûn.

Polîsên New Yorkê roja Çarşemê piştî bi şev piştî protestoyên aştîyane bi dehan kes desteser kirin.

Karbidestên ewlekarîyê dibêjin ku hin xwenîşanderan agir vêxistine û bi berpirsên ewlekarîyê re pev çûne û hewil dane ji radeya protestoya aştîyane derkevin.

Xwenîşander li Chicago, Los Angeles, Seattle, Houston, Pittsburgh, Minneapolis û San Diego jî meşîyan.

Wan xwest ku hejmarkirina dengan temam bibin û herwhia bal kişandin ser ‘’newekhevîya nijadî’’, ku îsal li jiber wê li Amerîka jimareke protestoyan li dar ketibûn.

Alîgirên Serok Donald Trump bo rawestandina hejmartina dengan li Detroit ya Michiganê çûn pêş navendeke hejmartina dengan û hin alîgirên din yên li Phoenix ya Arîzona jî sloganên wek ‘’Dizîyê rawestînin’’ gotin.

 

Amerîka Haberleri

Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene