Li Hewlêrê korbenda pêşxistina sektora pîşesaziyê birêve diçe

.

Bi serperiştiya Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê korbenda pêşxistina pîşesaziyê birêve diçe. 

Bi serperiştiya Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê korbenda pêşxistina pîşesaziyê birêve diçe.

Serperiştyarê korbendê Xoşewî Mihemed ji K24ê re ragihand: “Armanca sereke ya korbendê, nîşandana pêşketina Herêma Kurdistanê ye di warê pîşesazî û bilindkirina çalakiyên aborî de.”

Xoşewî Mihemed diyar kir: “Sektora pîşesazî ku kargehan vedike, ji bo firotina berhemên navxweyî, rola wê ya girîng heye. Niha kargehên me yên baş li Herêma Kurdistanê hene û berhemên wan hinardeyî çendîn welatan têne kirin.”

Mihemed herwiha destnîşan kir: “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam tekezî li pircûrekirina dahatên navxweyî dike, da ku pişta xwe bi dahatên ji bilî petrolê ve girêbidin.  Sektora pîşesaziyê jî yek ji sektorên sereke ye ji bo pircûrekirina dahat û girîngîdana berhemên navxweyî.”

Serperiştyarê korbendê dibêje: “Em dixwazin bi girîngîdana sektora pîşesaziyê, bêhtir derfetên kar ji bo ciwanên Kurdistanê derxin holê û çavên ciwanan tenê li erkdarkirin û mûçeyê nebe.”

Nûçegihana K24ê Rênaz Elî ragihand; di çend panelên korbendê de dê li ser sektora geştyariyê ya li Herêma Kurdistanê jî gotûbêj were kirin.

(K24)  

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn