Li Hewlêrê konferansa Rojavayê Kurdistanê tê sazkirin

Bi hevkarîya Weqfa Îsmîl Beşîkçî û Zanîngeha Kurdistanê li Hewlêrê derbarê Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyan de konferansek tê sazkirin.

Navenda Nûçeyan- Bîyar e îro Çarşemê (04.12.19) li Zanîngeha Kurdistanê saet 10.00 derbarê Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyan de konferansek jêr navê “Di Rewşa Niha ya Rojavayê Kurdistanê de Derfet û Metirsî” tê lidarxistin.

Konferans bi hevkarîya Weqfa Îsmîl Beşîkçî û Zanîngeha Kurdistanê tê sazkirin û civaknas û nivîskarê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî behsa rewşa Rojavayê Kurdistan û derfet û metirsîyên li pêş Kurdan bike.

Herwiha ji bilî Bşîkçî hejmarek nivîskar, akademisyên û sîyasetmedar jî beşdarî konferansa navborî dibin.

Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser Kurdan tê nasîn. Bi van nivîs û lekolînên xwe wî bandorek mezin li ser tevgera Kurdî jî kir. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 sala di zîndanê de ma. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatîye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999a de bi guhertina hinek qanûnên tirkan û efûyek giştî serbest hate berdan.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist