Li Hewlêrê ji ber rûdana hatûçûnê 4 kes mirin

Îro roja înê 10.04.2020an di rûdaweke hatûçûnê de li bajarê Hewlêrê 4 kesan koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Nexweşxaneya Hewlêrê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser facebookê aşkere kir termen 4 kesên koça dawî kiribûn hatîye nexweşxaneyê û kesekî din jî di otomobîlê de asê mayê û nikare were derxistin.

Ligor zanyarîyan ew rûdawa hatûçûnê li ser rêya Mexmûr û Hewlêrê pêk hatîye di wê rudawê de 3 ciwan û zarokekî koça dawî kirîye. Herwiha otomobîla wan ji ser caddeyê derketîye û wergerîyaye.

Siyaset Haberleri

Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne