Li Hewlêrê di nav du rojan de herî kêm 47 ton hêkên qaçax hat zeftkirin!

Li Hewlêrê di nav du rojan de bi dehan ton hêkên qaçax hatin zeftkirin.

Navenda Nûçeyan- Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd ragihandîye, îro danê sibê zêdetirî 22 ton hêkên qaçax, berîya ku derbasî nav Hewlêrê bê kirin, hat zeftkirin.

Nebez Ebdulhemîd daye zanîn, ew hêkên han bi rêka derîyê sînorî yê Başmaxê re derbasî Kurdistanê hatibûn kirin.

Bi gotina qaymeqamê Hewlêrê, duhî jî derdora 25 ton hêkên qaçax, ku ji derîyê sînorî yê Başmax derbasî Kurdistanê hatibû kirin, berîya ku derbasî Hewlêrê bên kirin, hatibû zeftkirin.

Li gorî agahîyên qaymeqamê, li ser wan hêkan sê meh wek dîroka bikaranînê hatibû lêdan, di demekî de ku li gorî pîvanên hikûmeta Kurdistanê, mohleta bikaranîna hêkan nabe ji mehekê zêdetir be.

 

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist