Li Hewlêrê 3 kes bi koronayê mirin

Li Hewlêrê 3 pêketîyên koronayê ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Rêvebirê Nexweşxaneya Rizgarî Dr. Botan Ebulqadir ji Rûdawê re ragihand ku 3 nexweşên ku çareserîya Covid-19 jê re dihatin kirin canê xwe ji dest dan.

Dr. Botan Ebulqadir herwiha da zanîn ku rewşa 6 nexweşên din ên koronayê ne baş e, û metirsî li ser jîyana wan heye.

Ligel van hersê kesên li Hewlêrê canê xwe ji dest dane, hejmara qurbanîyên vîrusa koronayê gihîşt 62 kesan.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 2 hezar û 655 kes bi koronayê ketine û ji wan 104 kes baş bûne û 62 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist