Li Hewlêrê 2 kes ji ber çêkirina niviştan hatin desteserkirin

.

 Berdevkê Polîsê Hewlêrê ragihand, 2 kes bi tohmeta çêkirina niviştan û xapandina jinan hatine desteserkirin.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz îro Duşemê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Jinekê serdana navenda polîs kiriye û gilî li du kesan kiriye ku ji bo çêkirina niviştan gelek pere ji wê standine. Piştî wê giliyê me lêpirsîn da destpêkirin û 2 kes desteser kirin.”

Hogir Ezîz da zanîn ku wan du kesan bi rih, cil û bergên xwe çend jin xapandine, ew du kes ne xelkê Hewlêrê ne û got, “Ereb in û li Hewlêrê dijîn.”

Li gorî agahiyên polîs, tometbarên bi navên (K.A.R) û (T.A.A) li gor madeya (456) ya yasaya cezayê ji aliyê dadwerê lêkolînê ve hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin