Li Hewlêr û Silêmanîyê 13 kesên din tüşi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ragihand,li Hewlêrê 9 û li Silêmanîyê 4 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketin.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja pêncşemê Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê derbarê haletên nû yên Koronayê li Silêmanîyê daxuyanîyek belav kir. Di wê daxuyanîyê der Wezareta Tendirustîyê aşkere kirîye pişkinînên wan bo kesên gumanlêkirî yên Koronayê berdewam dikin Herwiha li parêzgeha Silêmanîyê testa 4 kesan pozîtîf derketîye û 3 kes ji wan zilam û kesek jê jî jin e û şênîyên bajarokê Çemçemalê ne.

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand, di berdewamîya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkirîyan de, îro li bajarê Hewlêrê 9 haletên nû ya pêketina bi virusa Korona hatin tomarkirin.

Wezaretê dîyar kir jî, ew pêketîyê nû, 6 jin û 3 peya ne û rûniştvanên taxên Şêx Ehmed, Mamosteyan û gundê Korî ne, 7 ji wan virus ji pêketîyên tazîya taxa Karêzanê vegirtine.

Li seranaserî Herêma Kurdistanê jî, hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştîye 324 kesan, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane û 136 kes jî baş bûne.

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin