Li Herema Kurdistanê rewşa dawî ya koronavirûsê

Li Silemanîyê kesek koça dawî kir, 12 kesên din li sînorê Germîyanê bi nexweşîya vîrusa Koronayê ketine.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja duşemê 01.06.2020an berketîyekî din ê vîrusa Koronayê li Silêmanîyê koça dawî kir.

Peyamnêrê BasNewsê li Silêmanîyê aşkere kir berketîyekî din ê vîrusa Koronayê vê êvarê li Silêmanîyê koça dawî kirîye. Berketîya koça dawî kirîye pîrejineke û şênîya xelkê Çemçemalê ye û navê wê Amînê ye.

Herwiha nexweşîyên berdewamî yên wê pîrejinê hebûne û berîya bi çend rojan bi vîrusa Koronayê ketibû.

 

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê aşkere kir 12 kesên din li sînorê Germîyanê bi nexweşîya vîrusa Koronayê ketine.

Wezareta Tendrusîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de da zanîn di encama pişkinînên bo gumanbarên nexweşîya vîrusa Koronayê li îdareya sînorê Germîyanê 12 berketîyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin.

7 ji berketîyan jin û 5 kes jê ji keçên ciwan in. Herwiha berketîyek ji Bexdayê vegerîyaye û berketîyên din ê Koronayê jî xelkê Germîyanê ne.  6 kes jê xelkê Kifrîyê ne. 4 kes jê ji Kelarê ne û berketîyekî din jî ji Tikrîtê ye.

Wezareta Tendirustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de aşkere kir di encama pişkinînên bo gumanbarên vîrusa Koronayê wan 2 berketîyên nû yên Koronayê destnîşan kirine.

Nexweşek jê zimanekî 52 salî ye û berketîya din jî 20 keçeke 20 salî ye û herdu jî xelkê Duhokê ne.

Dr. Saman Berzincî: Divê hemwelatî xwe biparêzin

Wezîrê Tendrustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand qedexeya hatinûçûnê hemwelatîyan dest pê dike û divê hemwelatî pabend bin û li malên xwe bimînin.

Îro roja yekşemê 01.06.2020an Dr. Saman Berzincî, derbarê rewşa dawî ya vîrusa Koronayê de ji BasNewsê re xivî û got: “Qedexeya hatinûçûnê îro heta 6ê mehê dest pê dike. Ji bilî ew kesê destûra wan heye ti kes nikarin derkevin derve.”

Herwiha Dr. Saman Berzincî di berdewamîya daxuyanîyê jî de da zanîn divê xelk pabendî tedbîran be û li malên xwe bimîne Berzincî da zanîn jî rewş metirsîdar e û hemwelatî tenê bi tedbîra xweparastinê dikarin xwe biparêzin.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da