Li Herêma Kurdistanê korona: 7 kes mirin

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 7 kes ji ber vîrusa koronayê mirin û 166 kes jî bi vîursê ketin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îşev 15 Hezîranê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Covid-19 belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di dema 24 demjimêrên borî de li ser asta Herêma Kurdistanê 166 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 7 kesan jî canê xwe ji dest da.

Wezaretê da zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê 32 tûşbûn yek mirî, li parêzgeha Silêmanîyê 127 tûşbûn û 6 mirin, li Germîyan 22 tûşbûnl, li Duhokê jî 2 û li Helebceyê 5 tûşbûn hatin tomarkirin. 

Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên bi vîrusa koronayê gihîşt 2,473  kesan ku 1036 nexweş baş bûne û 54 kesan jî heta niha canê xwe ji dest dane.

Heta niha  15115 hatine kerentînekirin, lê niha tenê 1501 kes li 36  cihên cuda, di kerentînê de, 256 li Hewlêrê, 10 li Silêmanîyê û 1235 li Duhokê ne. 13,614 kes ji kerentînê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema du hefteyan di kerentînê de derbaz kirine.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist