Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê 41 hezar kes derbas kir

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 24 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 444 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 133 kes li Hewlêrê, 89 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Germiyanê û 168 kes li Duhokê, 21 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 24 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 11 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 41002 (Hewlêr: 15513, Silêmanî: 14682, Duhok: 9425, Helebce: 1382)

Mirin: 1519 (Hewlêr: 527, Silêmanî: 785, Duhok: 178, Helebce: 29)

Başbûn: 26464 (Hewlêr: 12058, Silêmanî: 9558, Duhok: 3459, Helebce: 1299)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor