Li Herêma Kurdistanê di rojekê de zêdetirî 1300 kesan bi Koronayê ketin!

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 1300 kesên din bi Koronayê ketin û 17 kes jî bi Koronayê mirin.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî îro piştî civîna ligel nojdarên pispor û nûnerê rêxistina tenduristiya cîhanî (WHO), ragihand, di nav 24 saetên borî de bilindtirin rêjeya pêketina bi Koronayê hat tomarkirin.

Dr. Saman Berzencî da zanîn, di nav 24 saetên borî de hezar û 308 kes bi Koronayê ketine û 17 kes jî bi Koronayê mirine.

Dr. Berzencî da zanîn jî, ji duhî de 246 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên han, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 66 hezar û 131 kesan. 38 hezar û 807 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 243 kes jî mirine.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê