Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 151 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nava 24 demjimêran de 151 tûşbûyên nû yên koronayê hatine tomarkirin û 11 tûşbûyan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa koronayê belav kirin û ragihand ku di rojekê de 1,729 pişkinînên koronayê hatine encam dan.

Li gor daxuya Wezareta Tendirustîyê, di encama wan pişkinînan de 151 tûşbûyên nû yên koronayê tomar kirine ku 24 li Hewlêrê, 64 li Silêmanîyê, 44 li Germîyanê, 6 li Duhokê û 13 tûşbû jî li Helebcê ne.

Herwiha Wezareta Tendirustîyê aşkere dike ku di rojekê de 118 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareserîya pizîşkî baş bûne û 11 nexşên koronayê jî canê xwe ji dest dane ku 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmanîyê û 2 kes jî li Germîyanê.

Wezareta Tendirustîyê aşkere kir ku di rojekê de 138 kes hatine kerentînkirin û niha 1,721 kes di 24 cihên cîyawaz li Duhok û Silêmanîyê di bin kerentîneyê de ne.

Li gor amarên Wezareta Tendirustîyê, li Herêma Kurdistanê heta niha 10,265 kes tûşî vîrusa koronayê bûne ku ji wê hejmarê 381 nexweşan canê xwe ji dest dane û 5,600 kes baş bûne.

Herwiha piranîya tûşbû û qurbanîyên vîrusa koronayê li parêzgeha Silêmanîyê hatine tomarkirin.

 

 

Siyaset Haberleri

.
Karsazên Kurd li Frankfurtê civiyan
Moskow: Kurdên ku li dijî Naziyan şer kiriye hatin bibîranîn
Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?
Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin