Li Herêma Kurdistanê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 520 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 33 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 520 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 109 kes li Hewlêrê, 95 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Germiyanê, 271 kes li Duhokê û 24 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 33 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 9 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 1 kes li Raperînê û 13 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 264 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 199 kes li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê û 21 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 45215

Başbûn: 28938

Mirin: 1650

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan