Li Herêma Kurdistanê: 24 kes ji Coronayê mirin

Coronavirûsa (COV-19) cara ewil li welatê Çînê bajarê Wuhanê derketîye, li Kurdistanê mirovan dikuje: Di 24 demjimêrên bihorî de 483 haletên nû yên pêketina bi Coronayê hatine tomarkirin û 24 kesan jî jîyana xwe ji dest dane.

Dr. Saman Berzencî, Wezîrê Tendirustîyê yê Heêrma Kurdistanê îro li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li seranserê Herêma Kurdistanê  di 24 demjimêran de zêdetir ji pênc hezar pişkinînên Coronayê hatine kirin, ku li gor encamên wan pişkinînan, 483 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.

Saman Berzencî got, 24 kes ji nexweşên Coronayê jî di 24 demjimêrên bihorî de jîyana xwe ji dest dane, ku 15 li Hewlêrê, 8 li Silêmanîyê û kesek jî li Duhokê bûye.

Wezîrê Tendirustîyê yê Herêma Kurdistanê dîyar kir, heta niha 225,000 pişkinînên Coronayê li herêmê hatine kirin û amaje bi wê yekê kir, ku nexweşxaneyên taybet divê xwedîyê tevahîya mercên pêwîst bin, daku bikarin pişkinînê bo welatîyan bikin.

Li gor amarên fermî, ji destpêkê ve heta niha li Herêma Kurdistanê 23 hezar û 204 kes bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 849 kes ji wan jîyana xwe ji dest dane.

Herwiha heta niha 13 hezar û 324 kes ji nexweşên Coronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne.

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê dike, ku pêwîst e welatî pabendî rênimayên tendirustîyê û xweparazîyê bin û berdewam mask û lepikan bi kar bînin.

Dr. Saman Berzencî got, pêwîst e xelk ji cihên qelebalix dûr bikevin û pabendî rênimayan bin, daku ji tûşbûna bi vîrusê parastî bin.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe