Li Herêma Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 700 kesên din jî pê ketin.

Wezareta Tendirustîyê di daxuyanîya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 677 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 343 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmanîyê, 33 kes li Germîyanê, 194 kes li Duhokê û 16 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 18 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmanîyê û 5 kes li Duhokê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 312 kes ji vê nexweşîyê rizgar bûne, ku jê 226 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmanîyê, 41 kes li Germîyanê, 18 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 25929 (Hewlêr: 10606, Silêmanî: 11194, Duhok: 3325, Helebce: 804)

Mirin: 948 (Hewlêr: 345, Silêmanî: 556, Duhok: 31, Helebce: 16)

Başbûn: 15494 (Hewlêr: 6069, Silêmanî: 7762, Duhok: 942, Helebce: 804)

Wezareta Tendirustîyê, ji bilî ku destxweşîyê li karmendên tendirustîyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatîyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustîyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan