Li hember PKKê artêşa Tirkiyê li çiyayê Gare dest bi operasyonekê kir

.

 Tirkiyê, îro li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê, dest bi operasyonekê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, bi navê ‘‘Operasyona Pence Kartal-2’’ bi armanca tunekirina hebûna çekdarên PKKê yên li herêma Gare, pêk hatiye û çekdarên PKKê di nav amadekariya êrîşeke de bûne û ji bo pêşî li êrîşê û amadekariyên PKKê bigrin, operasyon dest pê kiriye û berdewam dike.

Li gor çapemeniya nêzîk PKKê  ragihandiye, îro 10.02.2021ê di saet 03:00ê ber bi sibehê ve, artêşa Tirkiyê bi balefirên şer û helîkopteran bombebaraneke giran li çiyayê Gare pêk aniye û piştî wê jî leşker daxistiye herêmê.

Herwiha li gor heman çavkaniyê, operasyon li Pîrîs, Bergare û Siyanê yên çiyayê Gare pêk tê û di navbera gerîllayên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyê de, pevçûnên tund hene.

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin