Li Heftenînê 2 serbazên Tirkiyê mirin

.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di encama bûyerekê de li Heftenîna nav sînorên Başûrê Kurdistanê 2 serbazên wan mirine û leşkerek jî birîndar bûye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li herêma Heftenînê li nav sînorên Başûrê Kurdistanê bûyereke trafîkê çê bûye.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di encama wê bûyerê de leşkerekê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn û leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, yek ji wan leşkeran jî ji ber birîna xwe ya giran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyê di 15ê meha Hezîranê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê heman mehê de jî operasyona “Çengê Piling’ li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!