Komeke şanoyê li gundên Dêrsimê digere û şanoyên xwe yên bi Kirmanckî (Zazakî-Dimilkî) pêşkêş dike.
Xelk jî eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê dide ku balê dikişîne ser zererên projeyên bendav û madenan.
Koma şanoyê ya bi navê "Arêyê Kay" ji bo wan kesên ku derfeta wan a çûna şanoyê nîne, gund bi gund digere û li qadên gundan lîstika xwe pêşkêş dike.
Kom dê li 12 gundan bigere da ku hem xelkê herêmê zimanê xwe ji bîr nekin û hem jî ew kesên ku di jiyana xwe de neçûne şanoyê, bi çalakiyeke nû re bên ba hev.
Nîşandana duyem a komê li gundê Pilvenkê yê girêdayî navendê hat lidarxistin.
Ji bilî şêniyên gund kesên ku ji navenda Dêrsimê çûbûn jî beşdar bûn û wan lîstik gelekî eciband.
Xelkê diyar kir ku ew ji ber lidarxistina çalakiyeke bi vî rengî ya li ser ziman û baweriyê kêfxweş in, xwest ku ev cure çalakî bidomin
"Heta niha me tiştekî wiha nedîtiye"
Çîçek Ateşa 86 salî ku cara yekem şano temaşe kir got:
“Me heta niha tiştekî wiha nedîtiye, me nû dît, çima derewan bikin. Me ev dîst, em gelekî kêfxweş bûn.
Şano gelekî xweş bû. Mirovên ku hatin jî baş bûn, cihê wan li ser serê me heye.”
Nîmet Donmez jî diyar kir ku ew ji navenda Dêrsimê ji bo lîstikê çûye û wiha got:
“Lîstik xweş bû, ez gelekî jê razî mam. Ne tenê lîstik bû, di nav de peyam jî hebûn, çanda me, kevneşopiyên me, jiyana me hebû.
Bila em xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin û zarokên xwe fêr bikin.”
Îsmaîl Katurman jî hestên xwe wiha anî ziman:
“Em gelekî kêfxweş bûn. Me gelekî kêf kir. Em li Stenbolê ew qasî diçin sînema û şanoyê lê nayê bîra min ku ew ew qasî kêfxweş bûme û keniyabim.
Bihîstina tiştekî bi zimanê me gelekî xweş e. Dema mirov bi Tirkî dibihîze cuda ye lê dema bi zimanê xwe tiştekî dibihîze rûnê hundirê me dihele.”
"Zimanê me li ber mirinê ye"
Damezirînerê Koma Şanoyê ya Arêyê Kayê Yilmazcan Şare jî li ser armanca projeyê axivî û got:
“Zimanê me, baweriya me, çanda me li ber mirinê ye. Em li hemberî vê yekê helwestekê nîşan didin."
Şare da zanîn ku gelek kal û pîrên li gundan heta niha neçûne şanoyê û wiha li pey çû:
"Ev proje wisa derket holê. Me xwest, eger ew nikarin bên salonên şanoyê, em herin lingên wan.
Rêza me ji wan re heye ji ber ku ew bav û kalên me ne. Me xwest ku bi zimanê xwe li şanoyê temaşe bikin û bikenin.
Em dê lîstikê li 12 gundan pêşkêş bikin. Me li gundê Çaxberî yê Pulurê dest pê kir.
Gelek kesan temaşe kir û eciband. Ji niha û pê de dê nîşadanên me li gundên din jî bidome.”
Rûdaw