Li gundekî Efrînê komên çekdar bacên darayî yên mezin li ser malbatan sepandin

.

Li gundê Îkîdamê yê Şêrawayê, milîsên “Sultan Mûrad” ên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn, bacên darayî yên mezin li ser şêniyan sepandin.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, milîsên bi serkêşiya “Ebû Yezen” 200$ li ser her malbateke li gundê Îkîdamê sepand û ger vê bacê nedin, wê wesayît û malên wan werin desteserkirin.

Di demên dawî de li gund mizgeftek ji aliyê komeleya “Eyadî Beyda” yên Ixwanî hat avakirin. Ew komelêyên Ixwanî dixwazin hişmendiya tundraw li Efrîna dagirkirî bipeyitînin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin