Li Gulaleyê bombek teqiya

Îro li gundê Îslah ê ku ser bi bajarokê Gulale ye, bombek li nav zeviyeke çandiniyê de teqiya û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Îro li gundê Îslah ê ser bi bajarokê Gulale ve bombek li nav zeviyeke çandiniyê de teqiya û di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

 

Berpirsê Binkeya Asayişa Gulaleyê, Neqîb Mihemed Saman ragihand: “Ev bombe bi du cotkaran de teqiyaye û di encama teqînê de herdu kes bi giranî birîndar bûne.”

 

Mihemed Saman got, herdu kesên ku ji ber teqînê birîndar bûne, welatiyên Ereb in û bo Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê hatine veguhastin.

 

Berpirsê Binkeya Asayişa Gulaleyê diyar kir, “birîna yek ji wan kesan dijwar e û rewşa tendirustiya wî nebaş e.”

 

Di 72 saetên bihorî de, ev sêyemîn bomb e ku li vê deverê diteqe. Şeva bihorî jî bombek bi otomobîla berpirsê binkeya Asayişa Koleco de teqiyabû, lê belê ti ziyanên canî çênebibûn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist