Li girtîgehên Îranê 5 kesên din hatin bidarvekirin: Rojane 5 girtî têne îdamkirin

.

Li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bidarvekirin bênavber didome. Herî dawî li girtîgeha Qizilhîsar 3 kes û li girtîgehên bajarên Îsfehan, Kirmaşan û Cîroftê jî hejmarek girtiyên din hatin bidarvekirin.

Îro Yekşemê 2 girtiyên bi navên Husên Sûrî ê xelkê bajarê Toysirkanê ji parêzgeha Hemedanê û Muslim Ceiferî xelkê Nûrabadê ji parêzgeha Luristanê û kesekî Afgan ku nasnameya wî nehatiye zanîn, li girtîgeha Qizilhisara bajarê Kerec ê Îranê hatin bidarvekirin.

Dîsa girtiyek bi navê Nadir Xenîzade li girtîgeha bajarê Cîroftê û jinek 36 salî a bi navê Ferîba Melekî Şîrawend a xelkê bajarê Çiginî ya parêzgeha Loristanê li girtîgeha Parsîlon a bajarê Xuremabadê hatin bidarvekirin.

Hefteya derbasbûyî jî hejmarek kes li girtîgehên seranserê Îranê hatibûn bidarvekirin ku hejmara wan nehatiye zanîn.

Li gorî amaran, Îranê bi awayê navincî rojane 5 kes li girtîgehên xwe bidarve dike ku ev kiryara hovane weke alavek tepeserkirina zêdetir a ser xelkê tê bikaranîn.

Kurdistan Haberleri

Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan
Kawa Ezîzî: Divê ENKS, MSD û HSD bibin yek
ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir