Li girtîgehan 6 kes bi nexweşîya Covid-19ê ketine û mirine

Midûrîyeta Giştî ya Girtîgehan a Tirkîyê aşkere kirîye ku di vê demê de li girtîgehan 78 kes bi koronavirusê ketine û 6 ji wan mirine.

Navenda Nûçeyan - Midûreyat Giştî ya Girtîeyan a Wezareta Dadê rapora xwe ya derbarê rewşa girtîgehan a di dema nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî aşkere kirîye.

Li gorî rapora ku bi navê “Di Dema Pandemîya Covid-19ê de Rewşa Girtîgehan” heta niha 72 kes bi şewbê ketine û 6 ji wan mirine.

Midûrîyetê dîyar kirîye ku piştî Xala 9em a demkî li Qanûna Derbarê Bicîhkirina Cezayan û Tedbîrên Ewlehîyê hatîye zêdekirin, ji ber Covid-19ê destûra çûna malê dane 64 hezar û 661 girtîyan.

Li hêla din 30 hezar û 358 girtîyên li girtîgehên vekirî jî di nav de ji bo 42 hezar û 736 girtîyan biryara serbestîya bi kontrol hatîye dayîn û cezayên wan bi vî awayî bi wan hatîye kişandin.

Her weha 4 hezar û 246 girtîyên li girtîgehên vekirî di nav de ji bo 6 hezar û 834 girtîyan biryara serbestîya bi şert û merc hatîye standin. 

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist