Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin

.

Hate ragihandin ku li girtîgeha bajarê Îsfehan a Îranê 6 girtî hatine bidarvekirin ku yek ji wan jin e.

Hate diyarkirin ku ew girtî beriya niha bi tohmetên madeyên hişber, ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve sizayê bidarvekirinê li ser wan hatibû sepandin.

Navê wan 6 girtiyên hatine îdamkirinç wiha ye: Mercan Sebzî ya xelkê bajarê Xuremabadê, Riza Xalidî, Nasir Feyzî, Rûhullah Pelengî, Mihemed Totazêhî û Ebdulreşîd Berahûyî

Li gorî rapora Hengawê, ew 6 girtî 5 heta 6 sal berî niha hatibûn girtin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê