Li Girê Sipî grûpên çekdar sivîlekî dikujin û 9 sivîlên din jî direvînin

Çekdarên ser bi artêşa Tirkîyê ve, welatîyekî sivîl li Girê Sipî dikujin û 9 welatîyên sivîl ku di nava wan de zarok jî hene ji gundekî Girê Sipî revandin.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El Mecid li Girê Sipî bi armanca dizîna otombîla sivîlekî, wî ji otombîla wî datînin û bi hesinan li serê wî didin û wî dikujin.   

Da zanîn jî, grûpa Ehrar El Şerqîya ya bi fermana artêşa Tirkîyê kar dike, 9 kes ku di nava wan de zarok û kesên bi temen hene ji gundê Zêdê yê rojhilatê bajarokê Silok revandin.

Li gor Rewangehê, çekdaran ew 9 kes li bajarokê Silokê xistina girtîgehên xwe û heta niha sedema revandina wan kesan jî neyê zanîn.

Rewangeh dibêje, grûpên çekdaran li navçeyên Girê Sipî û Serê Kanîyê tundtirîn kiryar bi serê sivîlan dikin, ku çekdaran ciwanekî Kurd ê xwedî pêwîstîyên taybet dema bi mabata xwe re vegerîya mala xwe li Serê Kanîyê revand.

 

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist