Li Germîyanê 750 donim zevîyê cotkaran hatîye dagirkirin

Doh roja çarşemê 11-12-2019an Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmanîyê Kerîm Elî yê ser bi Tevgera Goranê nahîyeya Rizgarê ya ser bi qezaya Kelarê 750 donim zevîyê cotkaran dagir kirîye.

Navenda Nûçeyan- Kerîm Elî ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku li nahîya Rizgarî ya ser bi Kelarê bêyî qerebûkirina zevîyên 12 cotkaran 750 donim zevî ji alîyê nahîyeya Rizgarîyê hatîye dagirkirin. Herwiha Kerîm Elî da zanîn jî ew zevîyên dagirkirî zevîyên rez û bostana ne.

Herwiha Kerîm Elî amaje bi wê yekî jî kir ku îdareya Rizgarîyê hewl dide wan dar û rezên li ser wan zevîyan bibire û li cihê wan rezan kargehan ava bike.

Herwiha Kerîm Elî da zanîn jî berîya bi demekê hikûmetê bo herêma pîşesazîyê zevî bo îdareya wê nahîyeyê terxan kiribû.

Di berdewamîya daxuyanîya xwe jî da Kerîm Elî behsa wê yekê kir ku wan daxwaz ji Sserokayetîya Encûmena Parêzgeha Silêmanîyê kirîye ku li ser wê pirsê lêkolînê bike û pirsa cotkaran çareser bike.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin