Li Fransayê termên jineke Kurd û du zarokên wê hatin dîtin

Li Fransayê cenazeyên jineke Kurd û du zarokên wê di hewza malekê de hatin dîtin. Sedema mirina wan nayê zanîn, polîs û dozgerîyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Navenda Nûçeyan - Bûyer roja 2ê Hezîranê li bajarê Montpellierê li herêma Juvignac qewimî ye.

Navê wê jinê Dîlek Dîkmen Yucetep û 35 salî bûye. Herwiha herdu kurên wê jî 2 salî û 5 salî bûne.

Li gor agahîyan, Dîlek xelkê navçeya Pilemurîyê ya Dêrsimê ye.

Hatîye ragihandin, ku hevjînê Dîlekê, Muharrem Yucetep ku xelkê navçeya Mazgirtê ye, piştî ku Dîlekê û zarokên xwe li malê nabîne, li wan digere û piştre cenazeyê wan li hewza malekê dibîne û tîmên tendirustîyê agahdar dike.

Heta niha hûrgilîyên mirina wê dayika Kurd û zarokên wê nehatîye zanîn.

Cenazeyê hersê kesan bo otoposîyê rakirine Pizîşkîya Dadê, daku sedema mirina wan were zanîn.

Li gor agahîyan, Dozgerîya Montpellierê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirîye. Dozger Fabrice Belargent ragihandîye, hêj ti belge li ber dest nînin, ku egereke criminal pê bê piştrastkirin.

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’