Polisan beriya merasîma mezûniyetê bi ser malên xwendekarên ODTU'yê de girt û 4 xwendekaran binçav kir.
Li Enqereyê polisan beriya merasîma mezûniyetê, duh serê sibehê bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) de girt.
Polisan di serdegirtinê de xwendekarên zanîngehê yên bi navê Meziyet Yildiz, Firat Çaglar, Melîke Balkan û Emrecan Konyali binçav kir. Her wiha hat hînbûn ku polisan deriyê mala xwendekarê bi navê Ozgur Gur ku ne li mala xwe bûye jî şikandine û ketine hundir lêgerînê kirine.
Siyaset Haberleri
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir