Li Endonezyayê erdhejeke tund rû da

Li eyaleta Maluku ya Endoznezyayê, bi hêza 7,3 pileya rîxterê erdhejekê rû da.

Navenda Nûçeyan - Rêveberîya Meteorlojî, Keşûhewa û Jeofîzîk a Endonezyayê, ragihand ku li 180 kîlometre bakur rojavayê navçeya Tenggara Barat li eyaleta Maluku erdhejeke bi hêza 7,3 pileya rîxterê rû da. Herwiha hatîye belavkirin ku ew erdhej 133 kîlometran li jêr erd çê bûye.

Piştî wê erdhejê hişyarîya tsunamîyê nehat dayîn û heta niha nayê zanîn bê ka di encama wê erdhejê de zîyaneke canî û madî çê bûye an na.

Roja 28ê Îlona 2018an li girava Sulawesi ya Endonezyayê erdhejeke bi hêzaya 7,5 pileya rîxterê rû dabû û di encamê de 4 hezar û 340 kesan canê xwe ji dest dabûn.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin