Li Êlihê 120 ton genim ber avê ketin

.

 Li Êlih a Bakurê Kurdistanê di encama teqîna sîfona kanala avdanê ya ku avê dide cotkaran de, 120 ton genimê ku keda salekê ya cotkaran e, ber avê ket.

Li gundê Darbîşan ya navendê ji ber sîfona ku di kanala avdanê ya Bendava Êlihê ya ku avê dide Deşta Êlihê de teqiya, qadeke berfireh di bin avê de ma.

Cihê ku gundiyan bêdera xwe ya genimê lê danîbûn û baxçeyên fêkî û sebzeyan di bin avê de man. Cotkar gund bi derfetên xwe hewl dan ku berê avê biguherînin.

Cotkarekî bi navê Suleyman Ozdemîr ji DHAyê re axivî û diyar kir ku 120 ton genimê ku li qada bêdera ya hatibû komkirin, ji ber teqîna sîfona kanala avdanê di bin avê de ma.

Berî 3 salan dîsa teqiyabû

Şêniyê gund Ebdurehman Ozdemîr diyar kir ku berî 3 salan dîsa sifona kanala avdanê teqiyabû û got, “Me genim nû berhev kiribû. Em ji şewatê ditirsiyan lê sîfona kanala avdanê teqiya, keda me ya salekê bir. Berê li aliyê din ê gund sîfon teqiyabû. Em ji Rêveberiya Karûbarên Avê (DSÎ) dixwazin ku ji kanala avdanê re çareseriyekî bibîne.”

Divê zirar bên qerebûkirin

Serokê Jûra Çandiniyê ya Êlihê Nîzamettîn Aydiş diyar kir ku ji ber teqîna sîfona kanala avdanê zirareke mezin gihîştiye berhemên gundiyan û got, “Dema ku sîfona avdanê ya ku nêzî cihê bêdera genim lê ye teqiya, ew genim hemû di bin avê de ma. Baxçeyên sebze û fêkiyan ên li kêleka gund jî di bin avê de man. Divê zirarên cotkarên bên qerebûkirin.”

Muxtarê gundê Darbîşan Mustafa Yildiz diyar kir ku ev cara duyemîn e cotkar di rewşeke zehmet de dimînine.

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir