Li Efrînê pîrejineke Kurd bi guleya çekdaran hat kuştin

Pîrejineke Kurd di encama şerê di navbera grûpên çekdar ên Efrînê dagîr kirine de şehîd bû.

Li gorî nûçeya K24ê,  grûpên ser bi artêşa Tirkîyê ve duhî li nava Efrînê li ser destdanîna ser mal û dukanên Kurdên Efrînê şer kirin û çekên sivik û mamnavend jî bikar anîn.

Wî jêderî da zanîn, di encama teqekirin û guleberdana di nava taxên sivîlan de, pîrejina binavê Sebîhe Sîdo Sadiq ya 60 salî hate kuştin û nevîyê wê Ciwan Omer jî birîndar bû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, grûpên çekdaran destê xwe danîne ser gelek mal û milkên Kurdan û gelek caran jî li ser dizî, talan û destdanîn ser malan, şer di navbera wan bixwe de derdikeve û Kurdên Efrînê yên sivîl dibin qurbanî.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin