Duh li gundên Bedîna û Dumiliya navçeya Reco ya Efrînê agirê ku bi daristan çîya û darên zeytûnan ketîbû hêj berdewam e.
Rêxistina Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, ji duh de agir bi darên zeytûnan, bi çiyayên gundên Bedîna û Dumiliya ketiye û gelek dar di encama agirî de hatina şewitîn
.
Wê rêxistinê da zanîn jî, ew navçe jî di bin kontrola grûpa bi navê “Lîwaya 112” a bi ser hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ve ye.
Ji Havîna sala bûrî ve, çekdaran agir bi zêdetir 40 cih, çiya û daristanên Efrînê xistine û beşek mezin ji darên zeytûnê û darên din şewitandibûn. Artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nake û tenê bi hewla welatiyên sivîl tên vemirandin.
Herwiha çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar
dikin û dibêjin, grûpên çekdar şerekî aborî jî li dijî sivîlên Efrînê dike, ji bo xelkê Efrînê neçar bibe ji ser xaka xwe koçber bibe.
Siyaset Haberleri
Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî