Li Efrînê çekdaran pîremêrek kuştin û 10 kes jî girtin

Çekdarên opozizyona Sûriyê ku nehatine naskirin welatiyekî 76 salî kuştine, pereyên wî dizîne û li hevjîna wî jî xistine. Herwiha Grûpên çekdar li Efrînê 10 kes ji malbata Şêxo girtin.

Çekdarên opozizyona Sûriyê ku nehatine naskirin welatiyekî 76 salî kuştine, pereyên wî dizîne û li hevjîna wî jî xistine. Herwiha Grûpên çekdar li Efrînê 10 kes ji malbata Şêxo girtin.

 

Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ragihand ku beyanî roja Yekşemê, grûpeke çekdar nenaskirî avêtiye ser mala welatiyê Kurd Mihyedîn Oso da ku pereyên wî bidizin.

 

Li gor heman çavkaniyê, dema welatiyê temen 76 salî hewla rêgiriyê li wan kiriye grûpa çekdar ew kuştine û li hevjîna wî ya pîrejin dane û 100 hezar lîreyên Sûrî dizîne û ji malê reviyane.

 

Mihyedîn Oso xelkê gundê Qitmê ser bi nahiyeya Şera ye û li taxa Eşrefiyê ya Efrînê niştecî bûye.

 

Grûpên çekdar li Efrînê 10 kes ji malbata Şêxo girtin

Çalakvan Mistefa Şêxo ragihand, ji ber ku kiryarên grûpên çekdar eşkere dike, grûpa çekdar ya Ebû Emşat 10 kes ji malbata wî girtin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Herweha grûpa Emşat duh avêtin ser mala kamlemêrekî  80 salî bi navê Nûrî Derwîş û ji wî xwestin 5 hezar dolar weke fidiyê bide wan, nikarîbû vî pareyî ji wan re peyda bike, lewma nexweş ket û bo nexweşxaneyê hate şandin.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin