Li Efrînê çekdaran dest danîne ser bêhtirî 21.000 darên zeytûnan

Li nahîyeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, gurûpên çekdar dest danîne ser bêhtirî 21.000 darên zeytûnan û darên meyweyên cotyarên Kurd.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanîyarîyên Rûdawê bi dest xistine, li gundê Şedîya, gurûpên çekdar dest danîne ser 3000 darên zeytûnan û herwiha dest danîne ser 750 darên meywe.

Li gundê Hec Xelîl, çekdaran dest danîne ser 3000 darên zeytûnên malbata Henîf Cemîl Henîf û herwiha dest danîne ser 2000 darên zeytûnên Henîf Şukrî Henîf, dest danîne ser 1000 darên zeytûnên kurên Ehmed Hibo.

Li gundê Qere-baba, çekdaran dest danîne ser 2000 darên zeytûnên malbata Heyder Bekir.

Li gundê Çeqmaqa, çekdaran dest danîne ser 4700 darên zeytûnên kurên Reşîd Mehmûd ji Raco û herwiha dest danîne ser 500 darên gilyazên heman malbatê.

Li Raco, gurûpên çekdar dest danîne ser 1000 darên zeytûnê yên Nesîb Ibrahîm. Her li Raco, çekdaran dest danîne ser 3000 darên zeytûnê yên Ewnî Osman.

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin