Li Efrînê çekdaran 3 Kurd radestî Tirkîyê kirin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hêzên Tirkîyê 3 welatîyên Kurd bi tohmeta kuştina efserekî Tirk berî 30 salî girtine.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja 2yê tîrmehê polîsên serbazî yên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûrîyê 3 welatîyên Kurd revandine û radestî Tirkîyê kirine.

Li gor Rêxistina navborî, her yek ji Salih Osman 59 salî, Mihemed Hisên 64 salî, û Hesen Mûrad 73 salî, ji hersê gundên Mamila, Şidîya, û Korê ser bi Raco hatine girtin û ji bo Tirkîyê hatine radestkirin.

Rêxistinê dîyar kir ku ew hersê welatî bi tohmeta ku roja 16ê Hezîrana 1990 bûne sedeme kuştina efserekî Tirk li herêma dikeve ser sînor.

Rêxistinê da zanîn ku wê demê ev hersê welatî barhilgir bûn û lêkolînên wê demê piştrast kiribûn ku tu pêwendîya wan bi kuştina wê Efserê Tirk nebûye û ew efser li ser destê qaçaxçîyên Tirkîyê hatibû kuştin.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin