Li Efrînê bombeyeke vedayî teqiya: Jin û mêrek birîndar bûn

Di encama teqîna bombeyeke vedayî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Reco ve, du kesên jin û mêr birîndar bûn.

Li gor agahiyên xwecîhî ragihand, li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Reco ya Efrînê ve, jin û mêrek dema bi traktora xwe diçûn ser zeviyê xwe, bombeyeke vedayî bi wan de teqiyaye.

Nezmî Îsmaîl Qoşo û hevjîna wî Emîne, di bûyerê de birîndar bûn û li gor zanyariyan; rewşa jinê giran e û dibe ku lingê Nezmî Îsmaîl Qoşo jî were jêkirin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, heta niha li herêma Efrînê car caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin